Roger Acun
Arjen Arî, di helbesta kurdî ya modern da helbestvanekî ji aliyê şêwazê ve gelek lîrîk e. Di helbesta Arî da dîrok, civak, kevneşopî û êşên jiyana modern, bi îmajên resen tên honandin. Arî, ji bo vegotina ramanên nûjen, bêjeyên folklorîk di peywendeke nû da bênder dike û îmajên resen saz dike. Her çiqasî sûdwergirtina ji folklorê ji bo edebiyatê xetereyekê bi xwe ra bîne jî Arjen Arî, bi çêkirina îmajên nûwaze, xwe ji vê xetereyê, bi hostayetî xelas dike. Azadî, mêrxasî, siruşt, folklor, evîn û erotîzm di helbestên Arjen Arî da mijarên sereke ne.
BÊJEYÊN ARKAÎK Û ÎMAJÊN NÛJEN
Îmajên Arjen Arî, deng, bêhn, reng û xeyalên wextên kevnare bi mirovan dide hîskirin. Dilsozî, taybetmendiya îmajên Arî ya sereke ye. Arî, Carinan ji gotinên pêşiyan û îdyomînên wan, carinan jî ji amûrên jiyana derbasbûyî û bêjeyên kevin îmajên nûwaze diafirîne. Arjen Arî, bi çi mebestê îmaj saz kiribe bila bibe, zelaliya şêwaza wî û herikbariya zimanê helbesta wî, di bin giraniya îmajên wî de napeçiqe. Di poetîkaya Arjen Arî da helbest, ne ji bo çêkirina îmajan e, îmaj ji bo fêmkirina helbestê ye. Arî, vê yeke tu carî ji bîr nake.
MÊWÎJKA BINÊ TÛRIK
Arjen Arî, mijara evînê ji gelek aliyan ve şîrove dike. Evîna beşerî, evîna zayendî, evîna azadiyê, hin aliyên vê mijarê ne. Arî, di sazkirina îmajên evînê de ji kevneşopiya jiyana kurdan û ji bêjeyên arkaîk sûdê werdigire.
Dema yara xwe dibîne, bûkikên çavên wî dibin du hût. Her êvar qesta goştê wê dike. Carinan jî bi temamî yara xwe dişibîne mewîjeka di binê tûrikekî da mayî. (Arî, Eroûtîka, r.16.) Çavên yara xwe dişibîne du agirdankên dilbirêj. Dil, ji bo wê wekî guldankekê dinirxîne, carinan jî dibe qereçîyê pesnê çavên yara xwe.
‘ŞA’ÎR IM QEREÇIYÊ PESNÊ ÇAVÊN TE'(Arî, Şêrgele, r. 39.)
Arjen Arî, xweşikbûna yara xwe wekî meh û demsalên cîhanê dibîne. Rûyê yarê dişibîne meha gulanê. Hinarkên rûyê wê, dişibîne meha nîsanê. Biharê teşxîs dike û dibêje bihar diheside ji çavên yarê. Lêvên yarê hingî bişewat in meha temmûzê ji wan lêvên yarê yên germ didexisin. (Arî, Ev Çiya Rûspî ne, r. 13.)
Di helbesta Arjen Arî de siruşta ku rêhevaltiya evînê dike bi hemû halên xwe yên demsalî li ber çavên xwendevanan tê raxistin. Dar û pel, çem û kanî, gul û gîha, çol û çiya bi teşbîh û teşxîsên folklorîk hêzeke mezin dide helbesta wî.
SIWARÊ HESPA BOZ A EROÛTÎKA
Arjen Arî, di mijara erotîzmê da di helbesta kurdî ya nû da lutkeyek e. Tu helbestvanên kurd di warê bilêvkirina erotîzmê da ne wekî wî wêrek in. Arî, di gelek helbestên xwe da cih dide risteyên mijara wan zayend in, lê bi taybet çarçoveya kitêba wî ya bi navê “Eroûtîka” erotîzm e. Arî, carinan bi bêjeyên kevnare, hestên erotîzmê tîne ziman û ji çanda dengbêjiyê sûdê werdigre; carinan jî bi şêwazeke modern vê mijara bisitirî di naveroka helbesta xwe da bi cih dike
ŞÊRGELEYÊ ŞERÊN DI GELIYAN DA DISTÎRÊ
Arjen Arî, îmajên zordestiyê, di nav pergala jiyana kevneşopiyê û carinan jî di nav mercên siyasî nirxandiye. Di helbestên Arjen Arî da mijara zordestiyê di gelek risteyan da derdikeve pêşberî me lê Arjen Arî mijara zordestiyê bi şêwazeke vekirî piranî jî bêyî bikaranîna metaforan tîne ziman. Ji ber vê yekê di helbestên wî da îmajên zordestiyê kêm in. Bindestiya sîyasî, parçebûna welat, “axa nav lê qedexe”, “lingên zilmê” , “şerên di geliyan da distirê” îmajên Arjen Arî dermale dikin. (Arî, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, r. 49.)
Azadî di helbesta Arjen Arî da îmajeke sereke ye. Arî, wekî xewnekê yan jî xeyalekê behsa azadiyê dike. Arjen Arî, bi şêwazeke sade û bi îmajên ji aliyê maneyê geleke kur azadiyê dinirxîne. Îmajên wî yên azadîyê, bi rastiya civak, dîrok û siyasetê ve girêdayî ne. Azadiya xakê, li gor Arjen Arî azadiya gel e. Ev azadî, dibe xewneke kevnare, dibe axîneke ji kezebê, dibe serhildaneke dîrokî û di helbesta wî da dikemile. (Acun, Îmaj Di Helbesta Kurdî ya Modern de, r. 193.)
“xwîn rawest dem verşiya
şûr şikest mertal tewiya
ji qada şer şerbaz reviya
xewneke me bû rizgarî” (Arî, Ev Çiya Rûspî Ne, r. 45.)
Arjen Arî di vê çarînê de sehneyeke destanî bi bêjeyên lehengî anîne cem hev û tabloyeke mêrxasiyê saz kiriye. “Verşandina demê” bi hunera îstiareyê hêz daye îmajê.
“şêrgele hene şevçirax û heyve-ron
şêrgele hene ji azadiya bi gon
di bin axa sar de bi axîn razayî” (Arî, Şêrgele, r. 28.)
Pênûsa Arjen Arî, wekî firçeya wênesazekî ji bo xeyala azadiyê çê bike bi bêjeyên epîkî, îmajên bihêz saz kiriye. Şibandina şervanên azadiyê bi şêrgeleyan, fitîla îmajê di don da dakiriye û bi bêjeya şevçiraxê jî agir bi vê fitîla xistiye. Razandina bin axa sar bi axîn, îmajeke dersiruştî ye ku têkiliya wê bi welat, azadî û mirinê ve heye.
MÎRÊ ÎMAJÊN POETÎK
Arjen Arî şêrgeleyê helbesta kurdî ye ku şêwazeke resen ava kiriye. Arjen Arî, sewta sêwiyên axeke nav lê qedexe ye. Arjen Arî, lelbestvanê helbestên ser pelê tûtinê û zehmetkêşê bazara kesat e, siwarê hespê boz ê şêwaza lehengî ye. Arjen Arî, mîrê îmajên poetîk e. Çiyayên wî di bin berfê da çarmêrkî rûniştine, zivistanên wî diqefilin, nefela wî dîlanê dike û pîvokên wî dilîrînin. Siruşt, ji helbesta Arjen Arî ra wekî tûalekê ye. Arî, vê tûalê li gor peyam û peywenda helbesta xwe bi awayekî rengîn bi kar tîne.
Binêr:
– Arî, Arjen, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Avesta, Stenbol, 2000.
– Arî, Arjen, Ev Çiya Rûspî Ne, Avesta, Stenbol, 2002.
– Arî, Arjen, Şêrgele, Avesta, Stenbol, 2006.
– Arî, Arjen, Eroûtîka, Lîs, Stenbol, 2006.
– Acun, Roger, Îmaj Di Helbesta Kurdî ya Modern de, J&J, Ankara, 2018.